Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanîn ku li Sûriyê hîn jî demokrasî tune ye.
Her wiha daxwaza edalet, hesabpirsîna ji berpirsiyaran û tezmînat ji bo qurbaniyan kir.
Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnès Callamard duh serdana bajarê Dareya yê Sûriyê kir.
Agnès di serdanê de daxwaza lêgerîna rastiyê, edalet û tazmînatê kir û wiha anî ziman:
Hîna demokasî li Sûriyeyê tune ye.
Hemû tiştên ku niha rû didin destpêk in. Lê ji bo mîsogerkirina veguhestina rastqîn û mayînde têrker nin in.
Agnès di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku mîsogerkirina edaletê hewceyî pejirandina aşkera ya binpêkirinan, hesabpirsîna ji berpirsiyaran û dayîna tazmînatê ji qurbaniyan re pêkan e û got:
Ev gav ji bo her pêvajoyek lihevhatina nîştimanî ya rastîn bingehîn in.



