Platforma Çalakiyên Hevbeş a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebatek bi mijara tundiya li dijî jinan, rêbazên têkoşînê û peymanên navneteweyî li dar xist.
Di komxebatê de, li dijî tundiyê banga zêdekirina hişmendiya civakî hat kirin. Her wiha çalakiyên 25’ê Mijdarê ku 15’ê Mijdarê dest pê kiribûn, bi vê komxebatê bi dawî bûn.
Komxebat bi dirûşma “Em bi hevre li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin” li bajarê Reqayê pêk hat.
Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser Edalet Omer da zanîn ku tevî zehmetiyan hewldanên jinan ranewestîn, serhildana jinan hîn jî li ser xeta Jin, Jiyan û Azadî berdewam dike.
Destnîşan kir ku azadî ji têgihiştina jinan bi hêz û mafên wan ve dest pê kir û soza domandina têkoşînê di hemû qadan de da.
Dawiyê de, Edalet Omer têkoşîna jinên li Siwêda û peravê silav kir û got “Dengê jinan li hemberî hemû cureyên zilm û serdestiyê yek e.”



