Di operasyoneke Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li Tebqayê belavkarekî madeyên hişbir hate destgîrkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi ser mala gumanbar de hatiye girtin û di malê de hezar û 500 hebên Captagon, bombeyeke destan, 6,33 gram mîsa krîstal û alavên ji bo bikaranîna hişbirê hatine desteserkirin.
Her wiha hate diyarkirin ku gumanbar veguhastine dadgehê.



