Li kantona Cizîrê Hêzên Ewlekariyê yên Herêma Bakûr û Rojahilatî Sûriyê derbarê xeteriya madiyên Hişbirê de, semîner da.
Di semînerê de bandora madiyên Hişbir li ser ciwanan û pêşerojê de, hat şîrovekirin.
Semîner bi pêşengiya têkoşîna dijî madiyên hişbir û hevkariya rêveberiyên dibistanên kantonê tê dayîn.
Di semînerê de, xeteriya mdaiyên hişbir li ser ciwanan, tenduristî, rewşa pisqilojî û pêşeroja civakê hat nîqaşkirin.
Endamên têkoşîna dijî madiyên hişbirê hêşiyarî dan xwendekaran û banga bilind kirina hişmendiya giştî li dijî vê nexweşiyê kirin.
Xwendekaran jî dan zanîn ku divê her ciwanek ji aliyê xwe ve, mirovên van madeyan dibin bişopînin û ji bo wê hêzên Ewlekariyê agahdar bikin.
Di dawiyê de birûşûrên li ser xeteriya hişbirê hat belavkirin.



