Amerîka hewldanên xwe yê destwerdana xaka Venezuelayê dewam dike.
Operasyonan pêk tîne, gefan dixwe, bi vî rengî dixwaze bigihêje armancên xwe.
Li dijî vê yekê xelkê li Venezuelayê bertek nîşanî kiryarên Amerîkayê didin.
Qesra Spî ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegsett destûr daye amîralekî ku êrîşek dubare li dijî keştiya Venezuelayî bike.
Di Îlonê de artêşa Amerîka êrîşî keştiyekî dikin, lê ji ber kesên di keştiyê de nehatin kuştin, cara duyem êrîş pêk hat.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku wî qet nexwestiye êrîşeke duyemîn çêbibe.
Her wiha Hegsett red kiriye ku fermaneke rasterast a wisa daye, lê Qesra Spî dibêje ku destûrnameyek giştî ji bo operasyonê hatiye dayîn.
Berdevka Qesra Spî Carolyn Leavitt (karolîn lîvît) diyar ku Amîral Frank Bradley (frenk biredlî) di çarçoveya qanûnê de tevgeriyaye û êrîş ji bo parastina berjewendiyên Amerîkayê pêk aniye.
Carolyn Leavitt got operasyon li avên navneteweyî pêk hatiye û li gorî qanûnên şerê çekdarî ye.
Serokê Venezuelayê Maduro banga aştiyê li Amerîkayê kir
https://t24.com.tr/haber/venezuela-devlet-baskani-maduro-dans-ederek-abd-ye-baris-cagrisinda-bulundu,1280425
Li aliyek din Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro di mîtînga ku ji aliyê partiya wî ve hatibû organîzekirin de, ji Amerîkayê daxwaza aştiyê kir.
Di merasîma sondxwarina Fermandarên Civaka Bolîvarî ya li paytext Caracas de, Maduro bal kişand ser banga xwe ya ji bo aştiyê li Amerîkayê.
Maduro diyar kir ku ji sedî 94’ê gelê Venezuelayê gefa leşkerî ya emperyalîst qebûl nake û got:
“Îro, hemû Venezuelayî, bêyî ku girêdayî partî an îdeolojiyên cuda bin, nêrînên wan çi bin, wekî dengek yekgirtî bûne.
Ji sedî 94’ê gel gefa leşkerî ya emperyalîst red û şermezar dikin û amadebûna xwe ya ji bo parastina welatê xwe ji bo her êrîşekê radigihînin.”
Maduro, sond xwar ku dilsozê Serokkomarê berê Hugo Çavez be, wiha domand:
“Ez sond dixwim ku heta kêliya dawî dilsozê we bim, heta heke pêwîst be bi bedêla jiyana xwe jî.
Hûn dikarin piştrast bin ku ez ê tu carî we nehêlim û we bêhêvî nekim.
Maduro: Gelê Venezuelayê bi şerekî psîkolojîk re rû bi rû ye
Aştî û yekîtiya neteweyî li Venezuelayê serdest e.
Gel rêxistinkirî û amade ye ku avakirina welêt û bidestxistina aştiyê bidomîne.
Gelê me 22 hefte ne di baregehan de ye, û milîsên dilxwaz ji bo parastina serweriya welêt seferber bûne.”
Maduro teqez kir ku gelê Venezuelayê 22 hefte ne bi şerekî psîkolojîk re rû bi rû ye.
Maduro da zanîn, welat bi saya tetbîqatên ku ji hêla gel, artêş û polîsan ve hatine organîzekirin, kapasîteyek parastinê ya bê nimune bi dest xistiye.
Di heman demê de, endamên Partiya Sosyalîst a Yekbûyî ya Venezuelayê li kolanên sereke yên paytext Caracas meşiyan, kiryarên leşkerî yên Amerîkayê şermezar kirin.



