Ciwanê Kurd bi navê Ebdulmutelib Mîro, piştî 45 rojan berdan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hate berdan.
Ciwanên Kurd Ebdulmutelib Mîro yê 20 salî û birayê wî Avan Mîro ê 23 salî, di 16’ê Cotmehê bûrî de berê xwe didin Şamê, da ku navê xwe li zanîngehê qeyd bikin.
Lê dema digihêjin benda kontrolê ya Meidan a piştî bajarê Reqayê ji aliyê ya çeteyên “El Emşat” her du bira tên revandin.
Li gorî malbata wê demê, Avan piştî çend saetan ji revandinê hatibû berdan, lê diviyabû Ebdulmutelib jî piştî 2 rojan bihata berdan.
Îro jî hate ragihandin ku çeteyan Ebdulmutelib Mîro piştî zêdetirî meh û nîvekê ji revandinê, hate berdan.


