Hikûmeta Iraqê ragihand ku ji ber kar û xebatên wan yên domdar ên kêmkirina hejarî, di nava sê salan de rêjeya hejariyê li Iraqê ji sedî 23’ê daketiye ji sedî 17’an.
Têkildarî mijarê Berdevkê Wezareta Pilandanînê ya Iraqê Ebdulzehra Hendawî ji medyaya Iraqê re axivî.
Hendawî diyar kir ku di sala 2022’yan de rêjeya hejariyê gihiştibû ji sedî 23’ê, lê ji ber karûbarên hikûmetê yên ku hatin kirin daketiye ji sedî 17’an.
Hendawî destnîşan kir ku îsal bi rengekî berbiçav rêjeya hejarî li Iraqê kêm bûye û got:
“Ev yek di encama siyasetên hikûmetê yê cuda û hevkariya wê bi saziyên din re pêk hatiye.”
Di dawiyê de Hendawî da zanîn ku wezaret ji bo rêjeyê bêtir kêm bike, planên wê yên nû ji bo sala 2026’an heta sala 2030’î heye.



