QSD’ê nasnameya şervanekî xwe ku li Qerequzaqê şehîd bûye eşkere kir.
Navenda Ragihandina QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
QSD’ê ragihand ku şervanê wan Macid Îbrahîm li Qerequzaqê dema li hember êrişên Tirkiyê şer dikir şehîd bû.
QSD’ê diyar kir ku şervanê wan heta kêliya dawiyê jî li hember êrişên Tirkiyê parastina gelê xwe dikir.
QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya wan dubare kir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandina QSD’ê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Zeyno
Nav û paşnav: Macid Îsa
Navê dayikê: Melka Beşîr El Îsa
Navê bav: Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Minbic-Hêmer Cîs
Cih û dîroka şehadetê: Pira Qereqozaqê-8 kanûn 2024



