Hêzên Îsraîlê li bajarokên Şerîda Rojava ya Filistînê operasyona serdegirtin û destgîrkirinê pêk anî.
Her wiha gule û gazên jehrî avêtin. Di encamê de hin sivîl birîndar bûn.
Hêzên Îsraîlê vê sibehê bi ser gundên li bakurê rojavayê Qudsê û li başûrê Cerablusê de girt.
Di serdegirtinê de hin kes hatin destgîrkirin, gule û gazên jehrî jî hatin reşandin.
Li gorî Heyva Sor a Filistînê ji ber gazên jehrî yek jê pitikekî 20 rojî, hin kes birîndar bûn.
Serokê meclisa gund ragihand ku hêzên Îsraîlê di dema serdegirtinê de xwediyên dikanan neçar kirin ku dikanên xwe bigirin.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê:
Leşkerên Îsraîlê bi tundî îşkence li 3 ciwanên ji bajarokê Qerawa Benî Hesan ê li rojavayê Silfîtê kir.
Her sê ciwan rakirin Nexweşxaneya Derwîş Nezal a Qelqîlyayê.



