Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya şehîd Feraşîn Bêrîtan eşkere kir û anî ziman:
”Fermandar Feraşîn di nava 15 salên têkoşînê de, ji gel û hevreyên xwe re dibe rêzana riya rast a wekhevî û azadiyê”.
YRK’ê diyar kir ku di şexsê Feraşîn Bêrîtan û Aryen Arê de wê xwedî li ked û têkoşîna tevahiya şehîdan derkevin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya fermandar Gerdenî Deman bi nasnav Feraşîn Bêrîtan eşkere kir.
YRK’ê anî ziman ku di 14’ê Kanûna 2023’an dema ku fermandar Feraşîn Bêrîtan li ser erkê xwe yên şoreşgerî bû, li qadên me di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk de gihîşte şehadetê.
YRK’ê derbarê têkoşîn û xebata şehîd Feraşîn wiha got:
Hevrêya me Gerden Deman bi navê xwe yê tevgerî Feraşîn Bêrîtan, di sala 1989’an de, li bajarê Selmas a Rojhilatê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li jiyanê vedike.
Rêheval Feraşîn bi rastiya hovane ya dijmin re rû bi rû tê.
Ev di kesayeta hevrê Feraşîn de, hestên tolhildanê bi pêş dixe.
Ji bo vê jî riya herî rast a xwe gihandina azadiyê, riya rastî û heqîqetê ya Rêber Apo hildibjêre.
Ser vê esasî 2008’an de beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibe.
Ji dema beşdarbûna xwe heya kêliya şehadetê, hem weke şervan û hem jî weke fermandar, di nava têkoşînê de, gelek rolên mezin û sereke dileyîze.
Bi xwedî derketina li navê hevrêtiya Rêber Apo, di nava 24 seatên xwe de bê navber û westan têkoşîn dikir.
Di nava 15 salên têkoşînê de, ji gel û hevreyên xwe re dibe rêzana riya rast a wekhevî û azadiyê.
Ji bo vê jî hevrê Feraşîn yek ji pêşengên me yên bi mînak e, ku her kesî jê hez dikir û timî mînak dihate nîşan dan.
Li ser vê esasî, em careke din diyar dikin ku em ê di şexsê hevrê Feraşîn Bêrîtan û Aryen Arê de xwedî li ked û têkoşîna tevahî şehîdan derbikevin.
Di vê çarçoveyê de em weke Hêzên Rojhilatê Kurdistanê, ji malbatê hêja ya şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Ji bo pêkanîna armanc, xewn û xeyalên wan, soza bilind kirin û serxistina têkoşîna wan didin.
Agahiya derbarê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Feraşîn Bêrîtan
Nav û Paşnav: Gerdenî Deman
Cihê ji dayîkbûnê: Selmas
Dayîk-Bav: Hanîfe-Cemîl
Dîroka Şehadetê: 14’ê Berfenbara 2023



