Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrîn-Şehbayê çûn şîna şervanê QSD’ê Zagros (Îbrahîm El Îbrahîm) û sersaxî ji malbatê re xwest.
Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê, koçberên Efrîn-Şehbayê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Saziya Gaziyên Şer, meclisên sivîl, hêzên leşkerî û saziyên olî herikîn bin konê sersaxiyê yê şervanê QSD’ê Zagros (Îbrahîm El Îbrahîm ku li bajarokê Mehmûdilî hatiye vedan.
Di bin konê sersaxiyê de piştî deqeya rêzgirtin hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Sayîl axivî. El Sayîl anî ziman her dilopek xwîna şehdîan bû sûra parastina herêmê û gelê wê û got: ” Xeta şehîdan xeta azadiyê ye. Zû an dereng be ev xet dê bighêje serketinê.”
Mehmûd El Sayîl destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopdarên rêya şehîdan ne.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Zagros hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Merasîm bi dirûşmên disloziya bi şehdîan re bi dawî bû.
Şervanê QSD’ê Zagros (Îbrahîm El Îbrahîm) 3’yê kanûnê dema erka xwe pêk dianî li gundewarê rojhilatê kantona Reqayê şehîd bû.



