Yekîneyeke artêşa Îsraîlê bi 3 erebeyan derbasî gundewarê navîn ên Quneytîrayê bû.
Hêzên Îsraîlê tevgera xwe li xeta sînor a başûrê Sûriyê didomînin.
Yekîneyeke artêşa bi 3 erebeyên leşkerî ji xala Ednaniye ber bi gundê Mişêrfê ve bi rê ket.
Yekîneyê piştre rêya xwe ber bi gundê Qebûyê ve dewam kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Hêzên Çavdêriya Şer-sekinandinê yên Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) jî serdana bajarokê Beyt Cin ê gundewarê Şamê kir.
UNDOF’ê di çarçoveya mîsyona xwe de şopên êriş û binpêkirinên Îsraîlê şopandin û zerarên wê jî belge kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, artêşa Îsraîlê 28’ê Mijdarê derbasî bajarokê Beyt Cin yê gundewarê Şamê bibû û çend kes binçav kirin, ev yek bû sedem ku şer û pevçûn pêk werin di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.



