Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2024’an de li Zap û Garê şehîd bûne, eşkere kir.
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza tomandina têkoşîna hevreyên xwe yên şehîd da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê da zanîn ku hereyên wan Çigdem, Şîlan, Kawa, Şîraz û Ciwan di sala 2024’an de li Zap û Garê şehîd bûne û got:
“Hevreyên me di pêvajoyeke ku êrîşên dijwar li dijî tevgera me hebûn, bi ruhê fedayî têkoşîn kirin.
Mîlîtanên fedayî yên Apoyî yên li Qadên Berxwedanê li ber xwe dan.
Hevrêyên me bûn parêzvanên xeta PKK’ê ya bi biryar.
Bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekiya mezin, mîsyona xwe ya dîrokî pêk anîn.
Hevreyên me bi israrek mezin û di şert û mercên herî zor de kêliyekê jî dudilî nebûn.
Heta nefesa xwe ya dawî li nirxên gelê me xwedî derketin û navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin.
Hevrêyên me Çigdem, Şîlan, Kawa, Şîraz û Ciwan bi destana berxwedanê ya ku nivîsandin, bûn abîde.
Em zarokên egîd ên gelê Kurd û Ereb, Çigdem, Şîlan, Kawa, Şîraz û Ciwan bi rêzdarî bi bîr tînin.”
HPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd û Ereb ê welatparêz re xwest û soza tomandina têkoşîna hevreyên xwe yên şehîd da.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Çigdem Derwêş
Nav û Paşnav: Emîne Şêxmus
Cihê Jidayikbûnê: Dirbêsiyê
Navê Dayik-Bav: Newroz-Yûsif
Dîrok û Cihê Şehadetê: 29 Cotmeh 2024, Zap

Nasnav: Şîlan Çiya
Nav û Paşnav: Emîne Halîla
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik-Bav: Nezîre-Ahmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 15 Mijdar 2024, Zap

Nasnav: Kawa Tebqa
Nav û Paşnav: Omer Elş Hadal
Cihê Jidayikbûnê: Tebqa
Navê Dayik-Bav: Emîna-Ehmet
Dîrok û Cihê Şehadetê: 31 Cotmeh 2024, Zap

Nasnav: Şîraz Nemir
Nav û Paşnav: Munzur Esaf
Cihê Jidayikbûnê: Şam
Navê Dayik-Bav: Samîye Yasmîne-Esaf Omer
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4 Îlona 2024 Zap

Nasnav: Ciwan Çiyager
Nav û Paşnav: Semîr Zengî
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik-Bav: Selva-Abdo
Dîrok û Cihê Şehadetê: 10 Cotmeh 2024 Garê



