Li bajarê Banyasê, ji ber gulebaranê welatiyekî ji taxa Qewz hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gor ajansa ANHA’yê li bajarê Banyasê gule ji taxa Ras El Nebi ber bi taxa Qewz ve hatin barandin, di encamê de welatiyek hat kuştin.
Hat zanîn ku gule li mala welatî Ebdullah Hesen hatin barandin, di encamê de wî jiyana xwe ji dest da û yekî din li taxê birîndar bû.
Hemwextî komkujiyên li taxa Qisûr a Banyasê ku di Adarê de çêbûbûn, malên li taxa Qewz jî hatibûn şewitandin û kelûpelên wê hatibûn dizîn.



