Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir pêkanîna peyaman 10’ê Adarê wê hesabên hêzên şerxwaz yên li ser Sûriyê xirab bike.
Erdogan îro li navenda kongreyê ya partiya xwe ya li Enqerê derbarê buyer û pêşketinên li Sûriyê de axivî.
Erdoganê ku salvegera hilweşîna rejima Baas weke şoreşa Sûriyê pênase kir îdia kir qaşo bi polîtîkayên hikûmeta veguhêz yên adilane ku herkesî hembêz dike wê rojên xirab yên berê êdî nema vegerin.
Her wiha anî ziman bi awayekî hesasiyet pêkanîna peyamana 10’ê Adarê wê pirsgirêkên girîng çareser bike û wê hesabên hêzên şerxwaz yên li ser Sûriyê têk bibe.



