Siyasetmedar û endamê buroya siyasî ya MSD’ê Riyad Derar rewşa Sûriyê nirxand, û diyar kir ku hikumeta veguhêz bi heman mêjiya Baas tevdigere.
Riyad Derar da zanîn ku Danezana Destûrî hewlên ferzkirina navendîbûnek tund nîşan didin.
Her wehî destnîşan kir ji dema hatina hikûmeta veguhêz alozî li Sûriyê gûrtir bû û got:
“Desthilatdarî ji bo bidestxistina naskirina navneteweyî tawîzan dide.
Di heman demê de hêzên derve li gorî berjewendiyên xwe siyasetan ferz dikin.
Riyad Derar: Hikûmeta veguhêz hesaba ji sûcdaran naxwaze
Ew hesaba ji sûcdaran jî naxwaze, ev tişt avakirina hikumetek neteweyî ya yekgirtî û aram asteng dike.
Tirsên ku welat parçe bibe yan jî pevçûnek di navbera nûnerên hikumetê de, zêde dibin.
Di dawiyê de Riyad Derar anî ziman ku berdewamkirina nakokî û aloziyan aramiya Sûriyê dixin xetereyê.



