Artêşa Îsraîlê derbasî gundewarê Derayê bû, bi ser malekê de girt û kesek binçavkir.
Dewriyeke Îsraîlê derbasî gundê El-Arîda yê gundewarê Derayê bû.
Artêşê li wir kesekî bi navê El-Xefaş girt û birin cihekî ne diyar.
Doh jî li bajarokê Xan Ernebe yê Quneytrayê Artêşa Îsraîlê êriş kir, û 2 kes birînadar bûn.
Her wekî Artêşê bombeyên dûmanê yên giran avêtin welatiyan.
Li gorî navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, herû kesên birîndar endamên hêzên hikûmeta veguhêz bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Neteweyî ya Colanê.



