Şêniyên kantona Firatê şervanê QSDˊê şehîd Ehmed bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê oxir kir.
Şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên jinan tev li merasîmê bûn.
Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêk kir. Dûre endama rêveber a Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Bedîa Miho sersaxî ji malbata şehîd Ehmed re xwest û got bejna xwe li hember giyanê şehîd ditewîne.
Bedîa diyar kir ku gelê Kobanê xwe li ser raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde kiriye û mezin bûye û got: “Em bi şehîdên xwe serbilind in, em tu carî bi şehadetê xemgîn nabin. Şehîd Ehmed di nava malbata welatparêz de mezin bûye, heta kêliya dayê di nava têkoşîn û berxwedanê de bû. Divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin.”
Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Şêranê Hecî Îsmaîl diyar kir ku şehîdan bi hemû hêza xwe têkoşîn û berxwedaneke bêhempa li hember dijmin dan meşandin û got: “Şehîdên me hêz û vîna me ne. Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin, xewn û xeyalên wan pêk bînin.”
Pismamê şehîd Ehmed, Welat Şêxo Hisî anî ziman ku ew ê tu carî bi şehadetê xemgîn nebin, ji ber ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û rêça wan bişopînin.
Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Şêniyan cenazeyê şehîd Ehmed bi dirûşma “Şehîd namirin” spart axê.



