Îro 58 xwendekarên mafnasiyê ji Zanîngeha Rojava derçûn û bûn dadwer.
Dadwerên derçûyî got ku ew ê bi hemû hêza xwe, mafê gelê xwe biparêzin.
Meclisa Edaletê îro dewreya 5’an a dadweran ji Zanîngeha Rojava mezûn kir.
Di derçûnê de, 45 dadwer û 40 berdadweran cihê xwe girtin ku di nav wan de xwendekarên Zanîngeha Rojava û dadwerên Dîwanên Edaletê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.
Akademîya Mezopotamya ya edaletê xwendekarên derçûyî jî xelat kirin.



