Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn ji Enstîtûya Kurdî ji bo Aştiyê re behsa hebûna YPJ’ê di nava siberoja Sûriyê de kir û helwesta xwe nîşan da.
Rohilat Efrîn diyar kir ku “ji bo entegrasyonê û beşdariya di nava Artêşa Nû de, gelek nîqaş hatin kirin, lê pirsa bingehîn garantiyên destûrê ne.
Bi gotina Rohilat Efrîn, dema ew garantî bibe, hingî ew dikarin behsa QSD’, sazî û hemû tiştî bikin”.
Rohilat Efrîn eşkere kir ku diyalog berdewam e, lê heta niha li ser gavên piratîkî li hev nekirine. Her tişt li ser maseyê ye, lê dema civîn bi dawî dibe, rewş wekî xwe dimîne. Ev ji hêla Hikûmeta Veguhêz ve pêk tê.
Rohilat Efrîn got ku “em nabêjin bila Sûriyê parçe bibe û ne jî bi tena xwe bijîn, lê belê divê em serbixwe bin. Tişta em dixwazin, Sûriya Demokratîk e ku mafên hemû pêkhateyan nas bike”
Hingî, em dikarin Şam, Heleb, Siwêda û Peravê jî biparêzin.
Endama Fermandariya YPJ’ê got ku “ew bi saya destkeftî, serkeftin û hêza xwe li ser maseyê rûdinên û ne ji wan be, em ê nikaribin bidin û bistînin.
Rohilat Efrîn hişyarî da ku ger baweriya Hikûmetê bi hebûna hemû ol, ziman û mezhebên Sûriyê neyê, wê aloziyên mezintir li Sûriyê rû bidin.
Rohilat Efrîn got ku li çi welat, an şoreş yan jî proseyeke aştiyê, eger jin ne amade bin, wê çareserî pêş nekeve.



