Nêrgiz Mihemedî, Sepîdeh Qoliyan û Buran Nazimî jî di nav de 8 çalakvanên ku doh beşdarî merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî bûbûn, ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.
Weqfa Nêrgiz Mihemedî binçavkirina Nêrgiz Mihemedî piştrast kir, lê derbarê cih û rewşa tenduristiya wê de ti agahî neda.
Li gorî agahiyan, ji bilî her sê çalakvanan, Esedullah Fehîmî, Hastî Amîrî, Aliyah Metabelzade û Marziyeh Adînezade, xwişka Ebû’l-Fazl Adînezade ku di serhildana “jin, jiyan, azadî” de hatibû kuştin
Her wiha bavê wan Elî Adînezade jî hatine binçavkirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku berî ku hêzên ewlehiyê yên Îranê bigihîjin herêmê, hin kesên nenas hewl dan ku rê li ber axaftina Nêrgiz Mihemedî û Sepîdeh Qoliyan bigirin, lê ev hewldan bi ser neket.



