Kongra Star li Lubnanê civîna xwe ya salane li dar xist, planeke çalakiyan pejirand û banga zêdekirina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.
Civîn bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir, piştre endamê dîwana civînê Kîbar Horo pêşwaziyê berşdaran kir û rojeva civînê destnîşan kir.
Piştre, ji rêveberên Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Beyrûtê Zahîda Mamo, nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya rola jinan di civakê de, xwend.
Rapora salane ya Kongra Stêrk ji aliyê endama Komîteya Têkiliyan Henan Osman ve hate xwendin. Di raporê de plansazî û bernameya çalakiyan a sal nû hebû.
Bernameya xebatê ya pêşniyarkirî wiha ye:
- Lidarxistina çalakiyên cûrbecûr ji azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan.
- Lidarxistina dewreyên perwerdeyê ji bo jinan û jinên ciwan.
- Lidarxistina semînerên berfireh ên jinan di meha Adarê de.
- Lidarxistina çalakiyan ji bo zarokan di meha Nîsanê de.
- Lidarxistina pêşangehek cilên gelêrî bi boneya 8`ê Adarê.
Civîna salane ya Kongra Star li Lubanê bi gotûbêjin li ser rewşa jinan û pêkêşkirina pêşniyaran bi dawî bû.



