Li Tirkiye biryarên nû ji bo penaberên Sûrî derdikevin.
Di sala 2026’an de wê guhrtin di rewşa penaberan de çêbibin.
Li gor biryarên di çapemeniya Tirkiyê de belav bûne, penaberên ku belgeya rûniştina li Tirkiyê bi wan re tune bin, dê werin dersînorkirin.
Di çapemeniya Tirkiyê de tê gotin ku wê êdî xizmetên tendurstiyê û parastina demkî bi pereyên zêde werin kirin.
Her wekî dê şertên mabûna li Tirkiyê hişk bibin û bi cihê mabûnê û tendurstiyê ve were girêdan.
Di biryaran de tê gotin ku Penaberên Sûrî yên ku belgeya rûniştinê bi wan re tune bin, dê werin dersînorkirin.



