9’ê Kanûnê li dijî balafirgeha leşkerî ya Meze ya li Şamê êrişeke bi moşekan hate kirin.
Li gorî malpera Lêkolîn org’ê kesên payebilind ên di nava hikûmeta veguhêz de ev êriş pêk anîn.
Ev balafirgeh berî niha ji hêla Îsraîlê ve gelek caran hate bombebarankirin. Lê Îsraîlê ev êrişa 9’ê Kanûnê negirt ser xwe.
Li gorî medya Hikûmeta veguhêz li herêma ku moşek jê hatin avêtin 4 qaîdeyên ku moşek jê hatine avêtin, hatin dîtin.
Li gorî malperê kesên bi navê Enes El Dmranî û Mutesm el Rîfa ku di nava hêzên Hikûmeta Veguhêz de xwedî payeyên bilind in, ev êriş plan kirine û dane kirin. Kesên bi navê Mihemed Cehîm, Zeibî el Belûl û Îsmaîl el Saûr jî yekser êriş pêk anîne.
Hate diyarkirin ji bo birina qaîdeyên moşekan jî kesê bi navê Mistefa El Betah hatiye erkdarkirin.



