Îro, Serokwezîrê Israîlê Benjamin Natenyahu û Nûnerê Amerîkayê li Sûriyê Tom Barrack li Qudisê hevdîtin pêk anî.
Di wê hevdîtinê de, Wezîrê Derve yê Israîlê Gideon Sa’ar, Birêveberê Karûbarên Meclisa Ewlekariyê ya Israîlê Gil Reich, Serkeretêrê Leşkerî yê Natenyahu, Sefîrê Amerîkayê li Israîlê û Sefîrê Israîlê li Amerîkayê beşadarî civînê bûn.
Çapemeniya Israîlê regihandibû ku dê di civîna Barrack û Natenyahu dê mijara Xeza, Sûriyê û Libnanê were gotûbêjkirin, lê heta vê kêliyê jî tu agahî ji civîna wan derkenektiye.



