QSD’ê ragihand ku Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê gund û derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:
Komên girêdayê hikumetê di seatên şevê de gundên Hec Hisên û Şêx Mihş û Girê Syriatel ên derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin.
QSD’ê anî ziman ku êriş gefê li ewlehiya herêmê û jiyana sivîlan dixwe.
Di heman demê de li ser binesaziya çalak, di serî bendav û derdora wê xetere ye.
QSD’ê destnîşan kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyê berpirsê vê êrişê ye.



