Lîderên Ewropayê di civîna li paytexta Almanyayê Berlînê de, li ser avakirina hêzeke pirneteweyî ya ji bo pêkanîna agirbestê li Ukraynayê li hev kirin.
Her wiha di civînê de danezanek ji bo garantiyên ewlehiyê, ji nû ve avakirina aboriya Ukraynayê hate ragihandin.
Serokên dewlet û hikûmetên welatên Ewropayê ku li paytexta Almanyayê Berlînê bi rojeva Ukraynayê civiyan, li ser avakirina hêzeke leşkerî ya pirneteweyî ji bo pêkanîna agirbestê li Ukraynayê li hev kirin.
Hêza pirneteweyî ya ku bi pêşengiya Ewropayê û bi piştgiriya Amerîkayê bê avakirin, wê piştgiriyê bide hêzên çekdar ên Ukraynayê û ewlehiya hewa û deryayê peyda bike.
Di daxuyaniya hevbeş a piştî civînê de, hate ragihandin ku hêza ku bê avakirin wê di operasyonên li hundirê Ukraynayê de jî bikeve dewreyê.
Rûsya li dijî şandina leşkerên welatên rojavayî bo çavderiya agirbestê ye
Rûsya jî bi tundî li dijî şandina leşkerên welatên rojavayî ji bo çavdêriya agirbestê derdikeve.
Moskowê berî niha ragihandibû ku leşkerên welatên NATO’yê yên li Ukraynayê bên bicîhkirin “wê wekî armancên leşkerî yên eşkere bên dîtin û bên tunekirin”.
Daxuyanî ji aliyê Almanya, Fransa, Îngilistan, Polonya, Îtalya, Danîmarka, Fînlandiya, Hollanda, Norwêc û Swêdê ve hate îmzekirin.
Di civîna li Ofîsa Serokwezîrtiyê ya li Berlînê de, Zelenskî û nûnerên şandeya danûstandinan ên Amerîkayê jî amade bûn.
Danezana berfireh li ser rewşa Ukraynayê
Di danezanê de ku di çarçoveya peymana bidawîkirina şer de soza garantiyên ewlehiyê yên saxlem û piştgiriya ji nû ve avakirina aborî ji Ukraynayê re tê dayîn, ev xal derketin pêş:
Ji bo avakirina artêşeke daîmî ya ku di demên aştiyê de ji 800 hezar leşkeran pêk were, piştgiriya demdirêj û berfireh bê dayîn.
Ev gav armanc dike ku kapasîteya parastinê xurt bike.
Ji bo avakirina artêşeke daîmî piştgiriya demdirêj bê dayîn
Ji bo çavdêriya muhtemel a agirbestekê, mekanîzmayeke bi beşdariya navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê bê avakirin, ku wê hişyariya zû bide li hember êrîşên muhtemel ên pêşerojê.
Rewşên ku dibe agirbestê binpê bikin wê bên şopandin û li hember wan têkoşîn bê kirin.
Garantiyên ewlehiyê wê peymaneke hiqûqî ya girêdayî ya ji bo girtina tedbîran di rewşa êrîşa çekdarî ya pêşerojê de, ji bo vegerandina aştiyê û ewlehiyê, tê de hebe.
“Ji bo ji nû ve avakirina aboriya Ukraynayê razmenî bên kirin”
Ji bo ji nû ve avakirina aborî ya Ukraynayê, razemeniyên berfireh bên kirin.
Her wiha, pêwîstiya tazmînkirina zirarên ku Rûsyayê dane Ukraynayê wê bê hesibandin.
Di vê çarçoveyê de, sermayeyên Rûsyayê yên cemidandî yên li Yekîtiya Ewropayê jî wê bên bikaranîn.
Tevlîbûna Ukraynayê ya Yekîtiya Ewropayê wê bi biryardarî bê piştgirîkirin.



