Federasyona Navneteweyî ya Futbolê FIFA’yê alîgirên tîma futbolê a Kurdan ya Zaxoyê wek alîgirên herî baş ên cîhanê diyar kir.
Têkildarî mijarê Federasyona FIFA’yê bi wêneyekî serkeftina alîgirên Tîma Zaxoyê ragihand.
Di wêneyê de, tê diyar kirin ku zarokên alîgirên tîma Zaxoyê lîstokên zarokan avêtin hola lîstkgehê.
FIFA’yê derbarê weneyê de got:
“Bajar biçûke, lê dilên alîgirên wan pir mezine.
Zarokan xwestin bi wan lîstokan balê bikişînin ser zarokên bi nexweşiya penceşerê ya li cîhane.”
Her wiha FIFA’yê diyar kir ku alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê ji ber dîmenên xwe yên ciwan û balkêş yên ji bo piştgiriya tîma xwe nîşandan, ji bo wergirtina xelata ‘alîgirên herî baş ên FIFA yên sala 2025’an’ hat destnîşankirin.



