Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yektiya Demokratîk PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku zîhniyeta Hikûmeta Veguhêz ji bo pêşeroja Sûriyê xeternak e, ji bo wê DAIŞ niha bi fermî li Sûriyê dixebite.
Di berfirehiya nirxandinan de, Aldar Xelîl erişa li dijî dewriya Koalsiyona Navnetweyî li Tedmurê bi tundî şermezar kir û got:
“Di nava 10 salên bûrî de, hêzên Koalsiyonê bi hêzên QSD’ê re şerê li dijî DAIŞ’ê dan meşandin.
Li gel wê, tu êriş an bûyerên bi vî rengî rû nedan, ev yek destpilîn û hişyariya hêzên QSD’ê nîşan dide.”
Aldar Xelîl balkişand li ser danûstandinên bi hikûmeta veguhêz re û wiha dewam kir:
“Hikûmeta veguhêz ne cidî ye di serxistina danûstandinan de û nîyeta wê jî tune ku bi diyalogê peyman 10’ê Adarê bighîne rêkeftinekê.
Destwerdan û zextên derve li ser Hikûmeta Veguhêz hene û dixwzin bibin xwedî biriyar di Sûriya nû de.”
Di dawiyê de Aldar Xelîl got, komîteyên me yên danûstandinan amede ne, hin aliyên navneteweyî tevlî mijarê bûne û hewl didin ku danûstandinan bighînin serketinê, û em hêvî dikin ku bi aştiyane bigihîjin rêkeftinekê.



