Hêzên Sûriya Demokratîk QSD, doh li bajarê Reqayê bi zanayên olî, şêxên eşîran û kesayetên civakî ji pêkhateyên cûda yên Sûriyê re civiya.
Aştiya sivîl, xurtkirina jiyana civakî û yekîtiya Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Endamê Fermandariya Giştî ya Herêma Firatê Cemîl Mezlûm di wê civînê de piştrast kir ku peymana 10’ê Adarê hîn jî di meriyetê de ye, gotegotên li ser hilweşîna wê têne belavkirin ne rastin.
Cemîl Mezlûm destnîşan kir ku armanca van nûçeyan ew e ku aloziyê gûr bikin û herêmê bê-ewlehî bihêlin.
Beşdaran jî li ser girîngiya ne-navendîbûnê, dûrketina ji fitneyê û girîngiya rêzgirtina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê nîqaş kirin.
Her wekî rola zanayên olî û serokên eşîran di pêşvebirina aştiya sivîl û rêzgirtina mafên mirovan de, wekî hêmanên bingehîn ji bo avakirina dewletek demokratîk, tekez kirin.



