Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman rewşa Sûriyê nirxand.
Ramî Ebdulrehman diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li meqamên hesas yên Wezareta hikûmeta veguhêz de bi cih bûne.
Ramî Ebdulrehman bi lêv kir ku hebûna tundrewan gefeke cidî ye ji bo pêşeroja Sûriyê û got:
“Hebûna tundrewan di her avahiyeke leşkerî ya Sûriyê de di pêşerojê de gefek cidî ye.
Ji ber ku ev kes bi çavên nefretê li netewa Kurd dinêrin.”
“QSD’ê naxwaze tevlî artêşeke ku komkujiyan li gelê Sûriyê bike”
Ramî Ebdulrehman anî ziman ku QSD’ê naxwaze tevlî artêşek xwînmij bibe û got:
“QSD dixwaze li ser bingehek hevbeş beşdarî artêşeke netewî ya yekgirtî bibe.
QSD’ê dibîne tevlîbûna wê bi artêşeke wisa wekî xiyanet li xwîna 15 hezar şehîdên şerê li dijî DAIŞ’ê ye.”



