Platforma Saziyên Demokratîk wê di 4’ê Çileya 2026’an de li Amedê, bi daxwaza azadiya fîzîkî Rêber Apo, mitînga “Hêvî û Azadî” li dar bixe.
Weysî Aktaş ku di 25’ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Îmraliyê hate berdan banga tevlibûnê kir û got,
“Ev mitîng wê rê li ber pêşketina gavên siyasî û hiqûqî veke.”
Aktaş, anî ziman ku ji bo kur Rêber Apo bikare muzakereyan di şertên azad de bike ev mitîng girîng e û ji bo pêk anîna mafê hêviyê wê bi roleke baş rabe.
“Bicihanîna Mafê Hêviyê wê baweriya gel ya bi pêvajoyê xurt bike”
Weysî Aktaş diyar kir ev mitîng ji bo jiyanîkirin û pratîkkirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe gaveke pêşîn û dibêje:
“Di wê baweriyê de me ku wê ev mitîng rê li ber pêşketina gavên siyasî û hiqûqî veke.
Ji ber ku qada siyasetê erk û berpirsyartiya xwe bicih nayîne, di nava civakê de bêhêvîtî û bêbawerî heye.
Daxwaza gel ew e ku ji bo sermuzakerevan Rêber Abdullah Ocalan şert û merc bên avakirin ku bikare di şertên azad de siyasetê bike.
Avêtina gavekî wiha û bi taybetî bi cih anîna mafê hêviyê wê baweriya gel ya bi pêvajoyê xurt bike.”



