Berpirsa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li Libnanê, Carolina Lindholm Billing كارولينا ليندهولم بيلينغ diyar kir ku biryara rakirina cezayên berfireh li ser Sûriyê dê derî ji bo vegera hejmareke mezin ji penaberan veke.
Billing diyar kir ku li Lubnanê nêzî milyonek penaberên Sûrî hene, di nav wan de 636 hezar kes bi fermî li ajansa penaberan hatine tomarkirin.
Li gorî texmînên Banka Cîhanî, lêçûna ji nû ve avakirina mal û binesaziya li Sûriyê dora 216 milyar dolar e, ku ev yek jî asta pirsgirêkên aborî yên ku welat pê re rû bi rû ye nîşan dide.



