Li Sûdanê blafireke bêmirov û biçek êrişî bazara El-Hara ya girêdayî eyaleta Bakurê Darfûrê kir.
Di encama êrişê de 10 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.
Derbarê bûyerê, Konseya Odeya Rewşên Awarte ya Bakurê Darfûrê, ragihand ku berpirsên vê êrişê hê jî nehatine xuyakirin.
Konseyê da zanîn ku ji ber êrişê hin firoşgeh şewitîn û gelek zirarên madî çêbûn e.
Her wekî êrişa li dijî bazara sivîl şermezar kir û weke sûcekî hovane li dijî sivîlan bi nav kir.
Dawiyê ji bo dermankirina birîndaran banga mudaxeleya lezgîn li saziyên tibî û mirovî kir.



