Di çalakiyên roja duyemîn a Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn de bal li ser Konferansa Yekrêziya Kurdî û xurtkirina cihê Kurd di her diyalogeke siyasî li Sûriyeya siberojê de hat kişandin.
Çalakiyên Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn duh ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve li navenda hevgirtinê bi diruşma “Asmanê Welêt Têra Xewnên me Hemûyan Dike” hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de girseya rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, hunermend û helbestvan, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û endamên ENKSˊê amade bûn.
Çalakiyên roja duyemîn a mîhrîcanê, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, dûre panela bi sernavê “Konferansa Yekrêziya Kurdî: encam û siberoj” ji hêla lêkolînerê Navenda Firatê ya Lêkolînan Welîd Çolî ve hat birêvebirin, li kêlek wî jî Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, Koordînatorê Giştî ya Tevgera Çaksazî Kurdî-Sûriya Feysel Yûsif, cîgirê Sekreterê Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (P.D.P.K.S) Ehmed Silêman û çalakvana hiqûqî û siyasî Ebîr Hesaf di panelê de axivîn.
Di destpêka panelê de Welîd Çolî bixêrhatina amadebûyan kir û destnîşan kir ku yekrêziya Kurdî di vê qonaxa hesas de gaveke girîng e û hilbijartina sernavê panelê ji bo derfetê bidin pêşkêşkirina vîzyon û fikrên nû yên der barê vê dosyayê de.
Li aliyekî din jî Feysel Yûsif diyar kir ku Sûriye ne tenê ji bo pêkhateyekê ye û yekrêziya Kurdî cihê Kurdan di her diyalogeke siyasî de xurt dike. Yûsif anî ziman ku yekitiya Kurdan dê dema lihevkirinek bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re çêbibe, dê bibe alîkar ku çareseriyên zelal werin bidestxistin.
Hevserokê PYDˊê Xerîb Hiso jî diyar kir ku Kurdistan welatê yekane li cîhanê ye ku kirine 4 parçe û her 4 parçe jî hatine dagirkirin. Hiso anî ziman ku vîna Kurdan hişt ku bigihîne pêvajoya lidarxistina Konferansa yekrêziya Kurdî. Hiso ev gav bi gaveke mayîne ne demkî bi nav kir.
Hiso destnîşan kir ku şandeye ku bi hikumeta veguhêz re civiyaye, armanca wê vekirina deriyê diyalogê û çareserkirina pirsgirêkên asê ye, lê çareserkirina pirsgirêka Kurdî bi destê Kurdan bi xwe ye.
Ehmed Silêman jî bal kişand ser girîngiya gava Konferansa Yekrêziya Kurdî di vê qonaxê de. Silêman QSDˊê rola girîng û teware di parastina civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dilîze.
Ebîr Hesaf jî diyar kir ku yekrêziya Kurdî xebateke cidî ye, divê bi rihê berpirsiyariyê tevgerîn bê kirin. Ebîr da zanîn ku li gel ku kêmasî di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hebûn, lê gaveke erênî ya ji bo xalên hevbeş bû, ku ku pirsgirêka xwe li Sûriyeya nû çareser bikin.
Dûre beşdaran nêrînên anîn ziman. Beşdaran got di vê merheleyê de yekrêziya Kurdî girîng e, ji ber ku bingeha her çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê, li kêlek wê jî banga parastina destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin.
Çalakiyên roja duyemîn a mîhrîcanê bi xwendina helbest û çîrokan bi zimanê erebî ji hêla helbestvan û nivîskaran ve bi dawî bû.
Çalakiyên mîhrîcanê heta 30ˊê Kanûnê didomin.



