Li herêmên Peravê hîn jî sûc û kiryarên li dijElewiyan dewam dikin.
Li gorî hin çavkaniyan, ji roja înê ve têkilî bi ciwanê bi navê Hesen Semîr Osman ê ji Laziqiyê qut bûne.
Hevalekî wî li Çerxerêya Ezherî ya Laziqiyê telefonî wî kir ku pereyên xwe vegerîne, ji wê demê ve têkilî bi Hesen re qut bûye.
Lê îhtîmal hene ku ew ji hêla hêzên hikumeta veguhêz ve hatiye girtin an jî ji hêla komên çekdar ve hatiye revandin.



