Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Dêrazorê Kongreya Yekemîn a Yekitiya Ajokaran hat lidarxist.
Her wiha Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li Reqayê li dar xist.
Di kongreyê de nirxandinên Rêber Abdulla Ocalan û nameya wî ya ji bo eşîrên Ereban xwendin.
Piştre beşdarên kongreyê xebatên yekitiyê yên dema borî nirxandin û nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Kongre bi çend pêşniyaran bi dawî bû hin ji wan jî evin:
Ji nû ve nirxandina xebatên yektiyê li gorî pêdiviyên ajokaran.
Der barê veguhastin û başkirina rêyan de têkilî bi rêxistinên xwecih û navneteweyî re bêne xurtkirin.
Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li dar xist
Her wiha Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran civîna xwe ya salê li Reqayê li dar xist.
Di civînê de kesên axivîn diyar kirin ku divê eniya hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya xurtkirina jin, ciwanan, misogerkirina azadiya baweriyan û partiyên siyasî, were xurtkirin.
Di dawiya civînê de biryar û plansaziya xebat hat xwendin û wiha ne:
Hêsankirina derketina dilxwazî ya koçberan ji kampan ber bi malên xwe ve, bi hevkariya komîseriya penaberan re.
Pêkanîna qanûna astengdaran piştî erêkirina wê di Meclisa Gelan de.



