Berpirsa Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Axîn Nûcan diyar kir ku ew xwedî hêzin û dikarin parastina gelê xwe yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bikin.
Axîn Nûcan da zanîn ku komên girêdayî hikumeta veguhêz bi tank û topavêjan taxên şêniyan topbaran kirin, di encamê de 17 sivîl birîndar bûn û jinek şehîd bû, her wiha 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê birînadr bûn.
Axîn anî ziman ku hêzên wan di çarçoveya mafê parastina rewa de û bersiva êrişan da.
Axîn destnîşan kir ku ew ne şerxwez in û rageşî nakeve xizmetî tu aliyekî.
Di dewiya axaftina xwe de Axîn got ew hewlên xwe yên meydanî û siyasî zêde dikin, da ku ewlehiya şêniyan biparêzin.



