Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb têkildarî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek da.
Hêzê diyar kirin ku wan di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişên dan.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev 4 mehin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di bin dorpêçê de ye.
Hêzên Ewlekariyê hemû tawanên li dijî wan ku dibêjin ew bûne sedema pevçûnên dawîn red kirin û got:
“Tevî hemû hewldanên me yên domdar ên aramkirina rewşê û pêşîgirtina li şer jî, lê komên dijber ji 4 aliyan ve êriş kir.
“Hêzên me di çarçoveya parastinê ya rewa de bersiva êrişan dan”
Hêzên me jî di çarçoveya mafê parastina ya rewa de bersiva êrişan dan.”
Hêzên Ewlekariyê anî ziman ku eger gef li ser ewlehiya herêmê û welatiyan werin kirin dê wê bersivê bide û got:
“Doh Komên girêdayî hikumeta veguhêz êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.
Di encama wê de jinek şehîd bû û 17 sivîl û 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.
Em dê xebata xwe ya parastina ewlehiyê bidomînin.
Em her timî hewla çareseriyên aştiyane bi rêya diyalog û lihevhatina bi hemû aliyên têkildar re dikin.”



