Koordînasyona KJK’ê şehîdên komkujiya 23’ê Kanûnê ya li Parîsê Evîn Goyî, Abdurahman Kizil û Mîr Perwer di salvegera 3. de bi bîr anî.
KJK’ê diyar kir dilsoziya bi şehîdan re parastin û xurtkirina şoreşa jinê û azadiyê ye.
KJK’ê diyar kir ev bûyera ku 9 sal piştî êrişa li hemberî sê jinên şoreşger ên li Parîsê ya sala 2013’an qewimî û weke Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bû deqeke reş a li dîrokê û got,
“Yek ji wan çalakiyên faşîzan ên plana têkbirinê û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bû ku li Ewropayê hate kirin.
Şehîdxistina van şoreşgeran ku di oxira nirxên mirovahiyê de canê xwe feda kirin, êrişek li dijî nirxên mirovahiyê ye.”
KJK’ê destnîşan kir serketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi xwedîderketina li şehîdan pêkanîna welatê azad dibe.
KJK’ê bang li gel, jin û ciwanan kir ku heta darizandina kujeran, ji 23’ê Kanûnê heta bi 9’ê Çileyê beşdarî çalakiyan bibin.



