Li bajaroka Sifeya ya girêdayî Hesekê, Şaredariyê pêngava paqijkirinê da destpêkirin.
Berpirsên Şaredariyê dibêjin ku wê ev pêngav li ser du qonaxan pêk were.
Hevserokê Şaredariya Sifeya got ku dê ji benda kontrolê ya Sebax heta bi derbasbûna bajarokê ji hêla başûr ve, paqij bikin.
Ew dibêje ku armanca wan ji vê pêngava, parastina welatiyan ji nexweşiyan e.
Di heman pêngavê de, pelkên hişyariyê li ajokar û welatiyan hatin belavkirin.



