Li Enqereyê balafireke taybet ket.
Sehaya hewayî ya li Enqereyê hat girtin.
Li gorî rayedarên dewleta Tirk, di balafirê de Serfermandarê Lîbyayê û ekîba wî hebûye.
Tê diyarkirin li herêmê dengê teqînê hatiye bihîstin.
Balafirgeha Esenboga ya li Enqereyê ji firîna re hatiye girtin.
Hat diyarkirin di balafirê de Serfermandarê Lîbyayê Orgeneral Mohamed Elî Ehmed El-Hedad, ekîbeke wî ya ji 5 kesan, memûrekî kabînê û 2 pîlot hebûne.
Serfermandarê Lîbyayê îro Wezîrê Parastinê yê Tirk Yaşar Guler dîtibû.
Wezîrê Karê Hundir ê Dewleta Tirk Alî Yerlîkaya li ser medyaya dijîtal daxuyanî da. Diyar kir ku peywendiya wan ji balafirê qut bûye û got:
“Balafirê xwest bi lezgînî dakeve derdora Haymanayê, lê dûvre careke din peywendî li gel balafirê qut bû.”
Tê texmînkirin ku balafir ketiye.



