Duh li Tilkelex a gundewarê Humsê çekdarên nenas gule berdan ciwanekî û kuştin.
Li gor hin çavkaniyan li Humsê li nêzî pira Xirbet El Tîn ê devera Tilkelexê çekdarên nenas ku li motorsiklêtekê siwar bibûn ketin pêşiya erebeyekê, û ciwanê di erebeyê de kuştin.
Hat zanîn ku çekdaran gule rasterast berdan ciwanê bi navê Ebdurehman El Felah.
Hat diyar kirin ku ew ciwan ji xelkê herêma Qeryetên ê Humsê ye.
Idlib-çekdarên nenas jinek ciwan kuştin
Li Idlibê kesên nenas êrişeke çekdarî pêk anî û di encamê de jineke ciwan hat kuştin û birayê wê jî birîndar bû.
Li bajarê Idlibê û gundewarên wê ji ber valahiya ewlehiyê û hebûna komên çekdar ên tundraw, rewşa ewlehiyê her ku diçe xirabtir dibe.



