Rêveberî û karkerên bîra Ûdê ya petrolê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê ji bo bibîranîna nivîskar û sînemagerê Kurd şehîd Mesnûr Kerîmiyan merasîmek li dar xist.
Rêveberî û karkerên bîra Ûdê ya petrolê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê merasîma bibîranîna ji bo nivîskar û sînemager şehîd Menûsr Kerîmiyan li dar xist.
Mensûr Kerîmiyan di 23’yê Kanûna 2023’yê de, dema serdana hevalên xwe li bajarê Qamişloyê dikir, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Etiye Hisên axiv û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesazî û dahatên enerjiyê bi armanca şikandina vîan gelê berxwedêr in.
Endamê rêveber ê bîra Ûdê ya petrolê Kamîran Omer jî diyar kir ku êrişa li dijî qûta rojane ya gel û şehîdxistina kesayeta sivîl weke Mensûr Kerîmiyan sûcekî dermirovî ye.



