Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî cejna Zayîna Pêxember Îsa li şervanên Xiristiyan û tevahiya Xiristiyanên Cîhanê û Sûriyê pîroz kir.
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xyê got ku ew hêvî dikin aştî li tevahiya cîhanê serwer bibe.
Mezlûm Ebdî diyar kir ku ew nirxên hezkirin û birtatiyê ku Hezretî Îsa ew dixwest bibîr tînin û hêvî dikin ku ev nirx li Sûriyê pêk were û tevahiya pêkhateyên wê di serî de xiristiyan aştiyê bibînin.



