Bi boneya Rojbûna Pêxember Îsa xiristiyanên li kantona Cizîrê pîrozbahî li dar xistin.
Li Hesekê xiristiyanan di saetên serê sibehê de bi dengê naqosan berê xwe da Dêra Mar Cerges ku bi dara sersalê hatibû xemilandin.
Xiristiyanan li dêran nimêj kir û sirûdên olî yên cejnê xwendin.
Xiristiyanan ji bo Sûriyeyê aştî û ewlehî hêvî kirin û diyar kirin ku ew bi nirxên jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên olî û çandî de girêdayî ne.
Her wiha girîngiya pêşxistina çanda jiyana hevbeş vegotin.
Di dawiyê de jî cejn li hev pîroz kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo parastina dêran û derdora wan tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.



