Artêşa Amerîkayê li Nîjeryayê êrişî baregehên DAIŞ’ê kir.
Artêşê dibêje êriş li ser daxwaza hikumeta Nîjeryayê hatiye kirin.
Trump jî got Xirîstiyanên li Nîjeryayê di xeteriyê de ye, heger tundî nesekine wê destwerdanên leşkerî bikin.
Donald Trump ragihand, artêşa Amerîkayê êvara pêncşemê di êrîşeke asmanî de çeperên rêxistina DAIŞ li Nîjeryayê hedef girtiye.
Serokê Amerîkayê, li ser hesabê xwe yê Truth Social (turut sosyal), behsa êrîşan kir û got operasyon li dijî barergehên DAIŞ’ê li bakurê rojavayê Nîjeryayê hatine kirin.
Trump hûrgiliyên operasyanê neda, lê îdia kir ku ev êrîş ji ber ku DAIŞ Xiristiyanan dikuje hatine kirin.
Donald Trump hişyarî da û got:
“Eger li Nîjeryayê kuştina Xiristiyanan berdewam bike, dê bêtir terorîst werin kuştin.”
Trump, Noel li hemû alema Xiristiyanan pîroz kir û dest nîşan kir ku Noel li Amerîkayê her sal di 25’ê Kanûnê de tê pîrozkirin.
“Êrişa li dijî DAIŞ’ê li ser daxwaza hikûmeta Nîjeryayê hatiye kirin”
Li aliyê din artêşa Amerîkayê ragihand ku li ser daxwaza hikûmeta Nîjeryayê êrîşa li dijî çekdarên DAIŞ’ê li bakurê rojavayê Nîjeryayê dest pê kiriye.
Fermandariya Afrîkayê ya artêşa Amerîkayê diyar kir ku êrîş bi hevrêziya rayedarên Nîjeryayê yên li eyaleta Sokoto pêk hatiye û hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Wezîrê derve yê Nîjerya: Dibe ku operasyon berdewam bike
Di heman demê de wezîrê Derve yê Nîjeryayê got wan bi hêzên Amerîkî re operasyonek hevbeş li dijî DAIŞ’ê pêk aniye.
Wezîr da zanîn ku operasyon demek dirêje hatibû plankirin.
Wezîr diyar kir ku gumana operasyonên din heye û ev yek bi biryarên serokên her du welatan ve girêdayî ye.
Wezîrê Parastinê yê Amerîka Pete Hegseth, li ser hesabê xwe yê X’ê, spasiya hikûmeta Nîjeryayê ji bo piştgirî û hevkariya wan kir.
Trump: Hebûna xiristiyanan di xeterî de ye
Li gel wê yekê Reuters ragihand ku Amerîka ji Mijdarê vir ve li ser piraniya axa Nîjeryayê firînên îstîxbaratê pêk tîne.
Trump di Cotmeha borî de hişyarî da ku hebûna Xiristiyanên li Nîjeryayê di xeteriyê de ye û gef li Nîjeryayê xwar ku eger ew nikaribe tundiya li dijî civakên Xiristiyan rawestîne, ew ê destwerdana leşkerî bike.
Lê belê, hikûmeta Nîjeryayê diyar kir ku komên çekdar hem Misilman û hem jî Xiristiyanan hedef digirin.
Hikumeta Nîjeryayê diyar kir ku îdîayên Amerîka yên li ser zilm û zordariya li ser Xiristiyanan rewşa ewlehiyê ya tevlihev aram nake û bi vî rengî hewldanên ji bo parastina azadiya olî paşguh dikin.



