Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ketina aşûtê 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî bi giranî birîndar bûn.
Kolbernews ragihand ku li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê aşût ketiye.
Hate gotin, ku di bûyerê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan, 2 kolber jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî heman çavkaniyê, kolberên jiyana xwe ji dest dan ev in:
Kemal Xizir ê ji bajarê Pîranşarê ye, zewiciye û bavê 3 zarokane.
Kolberê din jî bi navê Xusrew Hemzepûr ê ji gundê Dolegermê ye.
Hêjayî gotinê ye ku di 6 mehên destpêkê yên îsal de, li Rojhilatê Kurdistanê 17 kolberên Kurd jiyana xwe ji dest dan û 20 kolber jî birîndar bûn.


