Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bûyerên li Perava Sûriyê rûdan şermezar kir.
Rêvebriyê da zanîn ku ew rewşa li Perava Sûriyê bi fikareke mezin dişopîn e.
Rêveberiya Xweser dibêje destwerdana Hêzên Hikûmeta Veguhêz tepiserkirina xwepêşandanên aştiyane ye.
Bikaranîna tundûtûjiya zêde li dijî xwepêşandêran û bikaranîna çekan, bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji sivîlan.
Rêveberiyê, metirsiya xwe ya kûr derbarê zêdebûna êrişan diyar kir û rayedarên Hikûmeta Veguhêz berpirsiyarê van kiryar e dibîne.
Rêveberiyê tekez kir ku ne cara yekem e, deverên Sûriyê rastî êrîş û binpêkirinan tên.
Rêveberiya Xweser bang li hemû hêzên siyasî yên Sûriyê kir ku hewlên xwe ji bo çareseriyeke siyasî ya berfireh ji bo krîza Sûriyê bikin û bi hev re bixebitin.
Her wekî dûrî gotinên nefretê bibin ku tevna neteweyî ya Sûriyê parçe dike.



