Desteya Ewlehiya Hundirîn ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê encama civîna xwe ya salane eşkere kir.
Di civînê de, gelek biryar ji bo sala nû hate girtin.
Desteya Ewlehiya Hundirîn di 28’ê Kanûnê de civîna xwe ya salê pêk anî.
Piştî nirxandin û nîqaşan, desteyê encama civînê wiha eşkere kir:
“Pêkanîna planên berfireh li gund û bajaran ji bo pêşxistina mekanîzmayên hevbeş yên ewlehiyê di navbera hêzên ewlekariyê û sivîlan de.
Zêdekirina bernameyên perwerde û amadekrina karmendan di hemû saziyên Desteya Ewlehiya Hundirîn de.
Destpêkirina kampanyayên hişyariya civakê ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbirê.
Berfirehkirina hevkariya bi saziyên din re, da ku pirsgirêkên xizmetguzarî bi hevkariya civakê re werin çareserkin.
Di dawiya encamnameyê de, Desteya Hundirîn teqezî bi pêşxistina rola ragihandinê û jinan kir ku beşdarî xebatên rêveberî û ewlehiyê de bibin.



